Li Nîjerya komên çekdar 70 kes kuştin

Komên çekdar girtin ser gelek gundên Nîjeryayê û herî kêm 70 kes kuştin. 

Li parêzgeha Sokoto ya li ser sînorê Nîjerê, zêdeyî sed çeteyên çekdar avêtin ser 5 gundan.

Waliyê Sokoto Amînû Tambûwal, êrîş piştrast kir û ragihand ku heta niha zêdeyî 70 kes hatine kuştin.

Rayedarên nexweşxaneya navçeya Sabon Bîrnî jî ku gelek kes lê hatin kuştin û birîndar bûn, diyar kirin ew bifikar in hejmara qurbanan zêde bibe.

Polîsên parêzgehê têkildarî komkujiyê hîna ti daxuyanî nedaye.

Serokê welêt Mûhammadû Bûharî di nava rojê de ragihand ku wan hem li Sokoto hem jî li parêzgehên din ên Nîjeryayê, li dijî çeteyên çekdar dest bi operasyonan kirine.

Tevî hîna li Sokoto ya Nîjeryayê çeteyên Boko Haram û El Qaîydayê bi cih nebûne jî, gelek komên çete hene.

Back to top button