Feyleqa Pasdarên Îranê ragihand, li Serdeştê 3 endamên hêzên parastina sînor ên Îranê hatin kuştin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnimê ya bi ser Supay Pasdarên Îranê ve, şeva borî şer û pevçûn di navbera hêzên parastina sînorên Îranê û ‘komek çekdar’ de rû da.
Li gorî heman çavkaniyê, şer li herêma sînor a bajarê Serdeşt a parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê pêk hatiye.
Di encama şer de, 3 endamên hêzên parastina sînor ên Îranê hatine kuştin.