11 LEŞKERÊN REJÎMA SÛRÎ HATIN KUŞTIN

Şer û topbaran navbera hêzên rejîmê û komên çete li derdora Idlib û gundewarên Hemayê didome.

Çavkaniyên meydanî ragihandin ku navbera hêzên rejîmê û çeteyan Heyet Tehrîr Şam û Tûgayên Artêşa Îze li gundewarên Hema û Idlibê şer derket.

Komên çete yên girêdayî Nusrayê êrîşî bendeke kontrolê ya hêzên rejîmê ya li herêma Misasinê ya gundewarê bakurê Hemayê kir.

Di encamê de 11 leşkerên rejîma Sûrî hatin kuştin.

Hemwextî wê hêzên rejîmê herêm û bajarokên Me’rekba, Zekat, Litamine û Bûyetta ya gundewarê bakurê Hemayê da ber topan.

Li aliyekî din jî çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku navbera hêzên rejîmê û komên çete li gundewarê bakurê Hemayê şer derketiye.

Têkildarî encaman agahî nehatin bidestxistin.

Leave a Reply

Back to top button