
Di demên dawiyê de, ji aliyê kesên nenas an jî çeteyan ve, raste rast zarok tên hedefgirtin.
Ev yek di demên derbasbûyî de, li Reqa pêk hatibû û herî dawî jî doh li Şedadê êrîşek li dijî 4 zarokan hatibû kirin.
Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Şivan Silêman diyar kir ku ev kiryar bi armanca xerakirina ewlekariya herêmê ye.
Şivan Silêman anî ziman ku têkoşîna wan li dijî şaneyên razayîn yên DAIŞ’ê dewam û ew ê ewlehiya herêmê mîsoger bikin.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî hîn jî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê û dewleta Tirk kiryarên hovane pêk tînin.
Hewl didin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin û hewldana derxistina nakokiyan di navbera pêkhateyan de dikin.
Doh li Şedadê hin kesên nenas bombeyek destan avêtin nava 4 zarokan.
Di encamê de her çar zarok birîndar bûn û rewşa yekî ji wan jî xeterbû.
27’ê mehê jî li Reqayê zarokek 6 salî kuştî hat dîtin.
Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Şivan Silêman derbarê mijarê de axivî û anî ziman ku armanc ji van kiryaran derxistina nakokiyan e.
Dixwazin gel li dijî hêzên ewlekariyê sor bikin û ewlehî û aramiya herêmê têk bibin.
Şivan Silêman diyar kir ku ew li dijî van şaneyan herê têkoşîn dikin û heta niha hejmareke çete jî hatine girtin.
Endamê rêveber ê Asayîşa Hesekê Şivan Silêman bang li şêniyan kir ku bi wan re alîkar bin da ku ewlehiya herêmê mîsoger bibe û aştî mayînde bibe.
Piştî ku DAIŞ di baragehên dawîn ên gundê Baxozê de têk çû, dewleta Tirk bi rêya şaneyên veşartî hewldana têkbirina ewlehiya herêmê dike.