Li Başûrê Idlibê 5 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin

Li herêma kêm şer a Idlibê liv û tevgereke zêde heye. Di şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan ê li başûrê Idlibê de, 5 leşerker û 3 çete hatin kuştin. Dewleta Tirk jî di çarçoveya amadekariya şerekî mezin de, di saetên borî de, zêdeyî 100 maşîneyên din yên leşkerî derbasî Idlibê kir.

Li Idlibê ku qaşo li ser lihevkirina Putin û Erdogan agirbest hatiye îlankirin dengê dahola şerekî mezin, tê.

Tevî şerê heyî, liv û tevgera li herêmê hem ji aliyê hêzên hikûmet Şamê û hem jî ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve zêde bûye.

Agirbesta ku di roja xwe ya 85’an de ye, her roj tê binpêkirin.

Di vê çarçoveyê de, Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan raghand ku di saetên borî de hêzên hikûmeta Şamê deverên li eniya El-Fetîra ya li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li ser vê yekê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Tehrîr El-Şam de, şerekî dijwar qewimî.

Di encama şerê qewimî de, 5 leşkerên hêzên hikûmeta Şamê û 3 çeteyên Tehrîr El-Şam hatin kuştin.

Dewleta Tirk 20 maşîneyên din derbasî Idlibê kirin

Dewleta Tirk a dagirker jî şandina maşîneyên leşkerî û pêdiviyên lojistîk ber bi Idilbê ve dewam dike.

Di vê çarçoveyê de çavdêriyê raghand ku dewleta tirk îro 20 maşîneyên din ên ku kutleyên ji Çemento barkirî, di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin û ber bi noqteyên xwe yên çavdêriyê yên li herêmê ve şandin.

Di nava çend saetan de zêdeyî 100 maşîne derbasî Idlibê hatin kirin

Bi vê yekê jî dewleta Tirk ji şeva pêncşemê û heta îro zêdeyî 100 maşîne derbasî Idlibê kirin.

Bi karwanê ku îro derbas bû jî, jimara maşîneyên ku ji destpêka agirbestê û heta niha derbasî Idlibê bûne gihaşt, 3 hezar û 710 maşîne û bi hezaran leşker.

Tevî ku komkirina hêzê ji aliyê dewleta Tirk ve, li dijî lihevkirina Tirkiye û Rûsya ye, lê belê Rûsya li hember van binpêkirinan bêdengiya xwe diparêze.

Back to top button