HPG: Li Heftenîn û Amanosê herî kêm 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Di çalakiyên gerilayên HPG yên li Heftenîn û Amanosê de, herî kêm 3 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir.

27’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li bejahiya navçeya Payas a Hatayê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir.

28’ê Gulanê gerilayan li yekîneya dagirkeriyê xist û di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Henam rojê gerilayan li herêma Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê jî çalekiyek kirin.

Li wir jî 2 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.

Her wiha di encama êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker yên 25 û 28 gulanê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de sivîlek birîndar bû.

Back to top button