Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku ji ber bombebarana dagirkeriya Tirk li herêma Asosê ya Başûrê Kurdistanê 2 gerîla û 3 sivîl şehîd bûne.
Fermandariya YRK’ê têkildarî êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk ku 26’ê Gulanê li herêma Asosê kir daxuyaniyek weşand.
Li gorî daxuyaniyê:
Bi rêya alîkariya hin xayinan, şeva 26’ê Gulanê dema 2 gerîla û 3 welatparêzên Kurd di seyareke sivîl de bûn, li herêma Asosê, gundê Sefrê, hatin hedefgirtin.
Di êrîşê de 2 gerîlayên YRK’ê yên bi navê Rêbaz Sine û Zinar Brûsk û 3 welatparêzên Kurd ên ji bo mêvandariyê li herêmê bûn şehîd bûne.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê serxasî ji malbatên şehîdan re xwest û bang li gel kir ku xwedî li şehîdên xwe derkevin û erkê xwe yê niştimanî pêk bînin.