Rêveberiya Şengalê: Divê civaka Êzîdî bikeve tevgerê

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo rakirina zilma li ser Êzidiyên ku hê jî li Efrînê mane, bang li civaka Êzidî kir ku bikevin tevgerê û zextê li saziyên navdewletî bikin.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî reweşa Êzdiyên ku heta niha li nava bajarê Efîrînê mane daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ji ber bêdengiya cîhanê, tişta ku dewleta Tirk nekarîbû bi rêya DAIŞ’ê li Şengalê pêk bîne, îro li ser Êzidiyên Efrînê pêk tîne.

Hat diyarkirin ku ev du sale di ser dagirkirina Efrînê re derbas bû, lê bi hezaran Êzidiyên ku tevî hemû zor û zehmetiyan dev ji xaska xwe neqeriyane, bi destdirêjî, revandin û kuştinê rû bi rû dimînin.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li gelê Êzidî yê li seranserê cîhanê kir ku ji bo balê bikişînin ser rewşa Êzdiyên Efrînê bikevin nava tevgerê.

Back to top button