Corona..Li Iraqê di 24 saetan de 416 rewşên nû hatin tomarkirin

Li Iraqê di 24 saetên dawî de 416 rewşên nû yên  bi vîrusa Coronayê hatin tomarkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê derbarê daneyên dawî yên vîrusa Coronayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de 416 kesên din ên bi vîrusa Coronayê ketine hatine tomarkirin.

Li gorî daxuyaniyê, 73 kes baş bûne, 6 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Li gor daneyên dawî li Iraqê heta niha 5 hezar û 873 kes bi vîrusa Coronayê ketine, ji wan 3 hezar û 44 kes baş bûne, 185 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button