Li Tepqayê du cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin. Di merasîmên oxirkirinê de, sozên girêdana bi xeta şehîdan re hate dubarekirin.
Şervana YPJ‘ê Aya Bac (Nûjiyan) û şervanê QSD‘ê Ebdulrehman El-Qasim (Ebûd El-Idlibî) di bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê şehîd bûne.
Şêniyên herêma Tebqayê, tevî hêzên leşkerî cenazeyên herdû şehîdan ji nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê wergirtin û di nava dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rûmetê ber bi Goristana Şehîdan a Tebqayê ve bi rê ketin.
Kerwanê cenaze li goristanê ji aliyê bi dehan endamên hêzên leşkerî û ewlehî, nûnerên rêveberiya sivîl û meclisên jinan ve hate pêşwazîkirin.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Meclisa Leşkerî, Meclisa Malbatên Şehîdan û Rêveberiya Sivîl a Tebqayê axeftin hatin kirin.
Kesên axivîn ser saxî ji malbatê herdû şehîdan re xwestin û soza şopandina riya wan dan.
Paşê nasnameyên herdu şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Cenazeyê şehîdan di nava diruşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.