Li Başûrê Kurdistanê 8 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine, 6 jê ji Silêmaniyê û 2 jî ji Hewlêrê ne.
Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku li Hewlêrê 2 kes û li Silêmaniyê 6 kes bi vîrusa Coronayê ketine.
Di daxuyaniyê hat gotin ku her du kesên li Hewlêr bi Coronayê ketine mêr in û ji Bexdayê vegeriyane Hewlêr.
Her Wiha hat destnîşan kirin ku ji 6 kesên ku li Silêmaniyê bi Coronayê ketine 5 mêr in, yek jî jin e.