Jimara çeteyên dewleta Tirk li Lîbayê 11 hezar derbas kiriye

Dewleta Tirk şandina çeteyan ber bi Lîbyayê ve didomîne û jimara çeteyên ku gihane Lîbayê 11 hezar derbas kiriye.

Çavdêriya Sûrî ya Mafrên Mirovan ragihand ku jimara çeteyên Sûrî ku gihane Lîbyayê gihiştiye derdora 11 hezar û 200 çeteyî.

Li gorî çavdêriyê di şerên dawî yên li Lîbyayê de 13 çeteyên Sûrî hatine kuştin ku 2 ji wan temenê wan kêmî 18 salan e.

Cenazeyên hin çeteyan jî ber bi herêma Helebê ve hatine şandin.

Bi van daneyên dawî re, jimara çeteyên Sûrî ku li Lîbyayê hatine kuştin bû 331 çete, di nav wan de 20 zarok kêmî 18 salan hene.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafrên Mirovan, 3 zarok di nav de, 46 Kurdên Efrînê ji bo şandina ber Lîbyayê ve, di perwerdeya leşkerî de ne.

Tê zanîn jî ku dewleta Tirk gelek çete ji nasnameyên cuda, ji bo alîkariya hikûmeta Serac a Lîbî, şandine Lîbyayê.

Back to top button