PENTAGON: EM DERBASÎ PÊVAJOYEKE NÛ YA ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê DIBIN

Serokê Emerîkayê Donald Trump diyar kir ku mîsyona hêzên wan li Sûriyê bi dawî bûye û wan serkeftineke dîrokî li dijî DAIŞ’ê bidest xistine.

Li dijî gotinên Trump gelek aliyên hundirê Emerîkayê û derve jî bertek nîşan dan.

Di bertekan de biryar weke şaştiyeke mezin hat binavkirin.

Wezareta Parastinê ya Emerîkayê Pentagonê ragihand ku ew derbasî pêvajoya duyem a şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dibin.

Pentagonê bi zelalî wiha got:

“Emerîka wê karê xwe bi hevkarên xwe yên li herêmê bidomîne.”

Qesra Spî jî destnîşan kir ku Emerîka û hevkarên xwe ji bo parastina berjewendiyên xwe amade ne careke din mudaxele bike û wiha hat gotin:

“Xebata me ya li dijî terorê dewam e.”

Her wiha gelek berpirsyarên Emerîkayê gotinên Trump red kirin û weke lawaziya stratejiya Emerîkayê li Sûriyê bi nav kirin.

Endamê Senatoya Emerîkayê Lindsey Graham ku yek ji alîgirên Tump e, gotinên Trump bi şaşiyeke mezin bi nav kir û diyar kir ku Trump bi vî awayî şaşiyên serokê berê Barak Obama dubare dike.

Senatorê komarparêz û serokê komîteya têkiliyên derve ya senatoya Emerîkayê Bob Corker jî gotinên Trump ‘Xeternak’ dît û rexne kir.

Seroka demokratan di parlamentoya Emerîkayê Nancy Pelosi jî li ser mijarê wiha axivî:

“Hîna zûye ku Trump serkeftinê li dijî DAIŞ’ê ragihîne.”

TRUMP: EM LI HEMBERÎ DAIŞ’Ê BI SER KETIN

Serokê Emerîkayê Donald Trump bi peyamekê li ser malpera xwe ya Tiwîtterê vekişîna hêzên Emerîka ji bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand.

Donald Trump diyar dike ku piştî serketina di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, êdî pêwîstî bi vekişîna hêzên Emerîkayê heye.

Li dijî twîtta Trump gelek aliyên hundirê Emerîkayê û derve bertek nîşan dan.

BRÎTANYA: HÎNA DAIŞ BI DAWÎ NEBÛYE

Li dijî gotinên Trump helwestên derve jî derketin.

Wezareta Parastinê û wezareta karên derve ya Brîtaniya jî têkilarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku hîna şerê li dijî DAŞ’ê dawî nebûye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Hîna gelek tiştên em bikine hene.”

ZAKHAROVA: HELWESTA EMERÎKAYÊ NE DIYAR E

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsiya Maria Zakharova jî destnîşan kir ku helwestên Emerîkayê bi fikar in û wiha anî ziman:

“Vekişîna hêzên Emerîkayê hîna nediyar e.

Berê jî NATO çend caran ragihandibû ku ji Afganistanê vekişiya ye.. Lê dîsa mudaxele dikir.”

ISRAÎL: LI GEL EMERÎKA RÊBAZÊN BANDORKIRINA LI HERÊMÊ YÊN CUDA HENE

Israîlê diyar kir ku wan Emerîka agahdar kiriye ku li gel wan rêbazên bandorkirina li herêmên yên cuda hene.

“Em ê dema vekişînê û çawaniya wê bişopînin.

Û helbet tesîra wê li ser me.”

FRANSA: HÊZÊN ME WÊ LI SÛRIYÊ BIMÎNIN

Ji aliyê xwe ve jî Fransa gotinên Trump red kir û diyar kir hêzên wan wê li Sûriyê bimînin.

Wezîra Fransayê ya karûbarên Ewrûpayê Nathalie Loiseau bertek nîşanî gotinê Trump da û wiha got:

“Fransa wê heta dawiyê erkên xwe yên leşkerî li Sûriyê pêk bîne.”

Leave a Reply

Back to top button