Foza Yûsif: Pêşketina civakê girêdayî nêzîkbûn û çanda tevkariyê ye

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD’ê Foza Yûsif diyar kir ku pêşketina civakê bi awayekî bingehîn û raste rast bi nêzîkbûna navbera pêkhateyan , xurtkirina têkiliyên hezkirin û çanda tevkariyê ve girêdayî ye.

Ciwanên PYD’ê bi tevlêbûna bi sedan endamên sazî, meclis, komîn û nûnerên Rêveberiya Xweser însyatîfeke dildarî bi navê “Xebat ji bo azadiyê” ragihandibû.

Armanc ji vê însyatîfê çinîna zeviyan û piştevaniya malbatên hejar e.Di heman demê de zindîkirina giyan û çanda xebata kolektîf di navbera pêkhateyên civakê de ye.

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Foza Yûsif têkildarî mijarê ji ajansa Hawarê re axivî.

Foza Yûsif diyar kir ku adet û çanda hezkirin û tevkariyê ku di navbera pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dihat naskirin kêmbûye, armanc ji însyatîfê, bilindkirina asta rihê tevkarî, komînal û berpirsyartiyê ye.

Foza di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku karê partiyê siyasî ne tenê siyaset e, divê ji aliyê aboriyê de jî barê civakê rakin û pêwîstiyên wan pêkbînin.

Foza Yûsif bi bîr xist ku wekî PYD’ê gelek pêngav ragihandine, mîna çandina daran û paqiiyê ku bi pêşengtiya ciwanên PYD’ê di 10’ê Gulanê de bi dirûşmeya “Xweşikbûna me ji xweşikbûna bajarê me ye”.

Însyatîfa çinîna zeviyên nîsk a ku di 27’ê Gulanê de dest pê kir, giyanê hezkir û tevkariyê di navber pêkhateyan de da der. Ev însyatîf dê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were.

Back to top button