Trump têkiliyên welatê xwe bi WHO’yê re bi dawî kir

Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku welatê wî alîkariya xwe ya bi WHO’yê re radiwestîne û têkiliyên xwe bi dawî dike.

Donald Trump, Çînê tewanbar kir ku zextê li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dike û cîhanê derbarê Koronavîrusê dixapîne, ku di encemê de ziyanek mezin a mirovî û aborî li tevahî cîhanê kir.

Trump diyar kir ku Çînê bi sîxûrî û diziya keşfên Amerîkayê ve mafê milkiyeta fikirî û lihevkirinên bazirganî binpê kiriye.

Serokê Amerîkayê anî ziman ku rêveberiya wî dê cezayan li ser rayedarên Çînê yên ku têkiliyên wan bi Hong Kong re hene bibire.

Turmp ragihand ku welatê wî ji ber destwerdanên Çînê dê têkiliya taybet a bi Hong Kong re rawestîne.

Back to top button