Heşd El-Şeibî 17 çete li Mûsilê girtin

Li Mûsilê 17 çeteyên DAIŞ’ê di operasyoneke Heşd El-Şeibî de hatin girtin. Her wiha li Bexdayê jî serçeteyek hat girtin.

Li gorî daxuyaniya Ragihandina Heşd El-Şeibî, Yekîneyeke Rêveberiya Operasyonên Nînewayê, bi operasyonekê 17 çeteyên DAIŞ’ê li Miûsilê girtin.

Serçeteyekî DAIŞ’ê li Başûrê Bexdayê hat girtin

Li aliyekî din, Wezareta Hundirîn a Iraqî diyar kir ku Hêzên Têkbirina Terorê, serçeteyekî DAIŞ’ê ku dixwest 2 mayinan li herêma Seîdat a başûrê Bexdayê biteqîne, girt.

Di demên dawiyê de, operasyonên berfireh bi armanca paqijkirina DAIŞ û şaneyên wê dest pê kiriye. Gelek çete û serçete hatin kuştin û girtin.

Back to top button