Xwepêşandanên li Amerîkayê berfirehtir dibin

Li Amerîkayê, piştî belavbûna dîmenê kuştina zilamekî çermreş ku efserekî polîsê yê gewr çonga xwe danîbû ser qirika wî û hişt jiyana xwe ji dest bide, ev 3 roj in xwepêşandanên tund tên lidarxistin. Ev xwepêşandan li gelek bajaran belav bûye, herî dawî li bajarê Detroit, xwepêşanderek hat kuştin û 40 kes jî hatin binçakirin.

Ev 3 roj in, li Amerîkayê xwepêşandan, berfireh dibin.

Piştî ku xwepêşandan ji Miniblus derket, li gelek deverên Amerîkayê jî pêk hatin.

Li bajarê Brooklyn ê New yorkê, bi hezaran xwepêşander herikîn qadan, bi dehan xwepêşander li ser destê polîsan hatin girtin.

Li bajarê Atlanta jî dîsa bi hezaran kes daketin qadan, li wir tevlihevî derxistin û agir bi li nîvê bajarê nêzî tevna CNN ya nûçeyan ket.

Duh li Miniblus xwepêşanderan li kolanan kom bûn û agir bi navenda polîsan xistin.

Li bajarê Detroit, silogana ne Edalet ne aştî hat berzkirin, li vir jî xwepêşanderek hat kuştin û 40 kes jî hatin binçakirin.

Her wekî van bajaran li Dunferê jî xwepêşandan hatin lidarxsitin di encamê de hin rê hatin girtin.

Li ber koşka Spî jî bi sedan kes kom bûn û daxwaza Edaletê kirin.

Ev xwepêşandan û hêrsa gelên Amerîkayê derket holê, piştî bûyer, Duşema borî li bajarê Minneapolis qewimîbû, ku 4 polîsan welatiyê bi navê George Floyd ê 46 salî binçav kiribû û di encamê de Floyd jiyana xwe ji dest da.

Li ser vê jî, serokê wîlayeta Minnesota neçar ma gazî pasdarên niştimanî bike, da alîkariya hêzên ewlekariyê bikin.

Piştre, di nav de efserê ku ev tawan kiriye, herçar polîs ji erkê xwe hatin bidûrxistin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser vê buyerê bi malbata Floyd re axivî û xemgîniya xwe anî ziman û diyar kir ku malbata wî mafdar e.

Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama jî destnîşan kir ku divê kuştin Floyd bi awayekî normal neyê dîtin.

Back to top button