TEMELLÎ: BILA HEMÛ HÊZÊN DERVE JI SÛRIYÊ VEKIŞIN

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, biryara Emerîka ya vekişandina ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand û got:

“Divê hemû hêzên ne Sûrî ji Sûriyê vekişin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û got:

“Nêrîna me zelal û eşkere ye.

Bila hemû hêzên derve ji Sûriyeyê vekişin.

Bila DYA jî vekişe, Tirkiye û Rûsya jî vekişin.

Bi dîtina me, divê hemû hêzên derve vekişin, gelên Sûriyeyê li ser paşeroja xwe biryarê bidin.

Divê hemû hêzên derveyî welat ji Sûriyeyê vekişin.

Temellî diyar kir ku ji bo dawî li lîstikên şer ên li Sûriyê bê anîn, divê Neteweyên Yekbûyî (NY) tavilê li hev bicive û ji bo aştiyê helwesta xwe nîşan bide.

Leave a Reply

Back to top button