Li Hewlêrê 3 kesên din bi Coronayê ketin

Li Başûrê Kurdistanê herî dawî 3 kesên din bi vîrûsê ketin û kesekî jî jiyana xwe ji dest da.

Başûrê Kurdistanê heta niha nekariye xwe ji vîrûsa corona xilas bike û kontrola bike.

Wezareta Tenduristiya Herêma Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku 3 kesên din li Hewlêrê bi vîrûsa coronayê ketine.

Li gorî daxuyaniyê her 3 kes, ji Macaristanê vegeriyane û dibin çavdêriya bijîşkan de ne.

Li Silêmaniyê kesekî jiyana xwe ji dest da

Her wiha hat raghandin ku li Silêmaniyê kesekî 37 salî ku bi vîrûsê ketibû, jiyana xwe ji dest da.

Bi vî awayî hejmara kesên li Herêma Başûrê Kurdistanê bi coronayê ketine, gihîşt 578 kesan.

Ji wan 164 kes dibin çavdêriyê de ne, 6 mirine û 409 kes jî rihet bûne.

Çûn û hatina di navbera parêzgehên Iraqê de heta hefteyekê qedexe ye

Li Iraqê jî asta belavbûna vîrûsê pir bilind bûye.

Ji bo wê jî biryar hat dayîn ku ji sibe û pê de di çarçoveya tedbîrên pêşîlêgirtina virûsê de, hefteyekê qedexeya çûn û hatinê, li tevaya parêzgehên Iraqê were ragihandin.

Wê biryar ji bo parêzgehên Herêma Kurdistanê ne derbasdar be.

Back to top button