Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya bajarê Minbicê dest bi kirîna hilberîna genim kir
Li gel van şewatan Rêveberiya Xweser lez daye xebatên xwe yên wergirtina genim û ceh.
Di vê çarçoveyê de Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya bajarê Minbicê dest bi kirîna hilberîna genim kir.
Şîrekt li navenda xwe ya bajarê Minbicê genim dikire.
Piştî tedbîrên wergirtinê hilberînê, genim li navenda Tewahin a başûrê bajarê Minbicê tê depokirin.
Navenda Tewahinê ji bo 4 hezar ton genim amade ye.