Li gundên navçeya Til Hemîsê agir bi zeviyan ket

Li gundewarên başrûrê navçeya Til Hemîs ya kantona Qamişlo agir bi zeviyan ket, zêdeyî hezar û 600 donim ji ceh û genim şewitî.

Tîmên Agirkujê li Til Hemîs bi hevkariya şêniyan agir li rojhilatê gundê Henwa û rojavayê gundê Wawiyê, vemirandin.

Ev agir 60 donim ji ceh li gundê Wawiyê û hezar û 1500 donim genim û ceh yên li gundê Henwa şewitand.

Tîmên agirkujê yê Til Hemîs bi hevkariya hêzên agirkujê yê Tirbespiyê agir bi lez vemirandin.

Her wiha hêzên Sûriya Demokratîk jî rolek mezin di vemirandina agirê herdû gundan de, lîstin.

Back to top button