Li Başûrê Kurdistanê 5 kesên din bi Coronayê ketin 

Li Başûrê Kurdistanê 5 rewşên nû yên bi vîrûsa Coronayê hatin tomarkirin.

Li gorî Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê, li Dihokê 4 kes û li îdareya Germiyan jinek temen 63 salî bi virûsê ketine.

Tevî daneyên dawî hejmara kesên li Herêma Başûrê Kurdistanê bi virûsê ketine bû 583, ji vana 6 kes mirine û 409 kes jî baş bûne. Niha 169 nexweşên virûsê di bin çavdêriyê de hene.

 

 

 

Back to top button