Artêşa Niştimanî: Di herdu rojên dawî de 140 çeteyên Sûrî hatine kuştin

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku di operasyonên wan ên dawî de gelek çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

Yek ji fermandarên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xalid Mehcûb ragihand ku di herdu rojên dawî de li Lîbyaê 140 çeteyên Sûrî hatine kuştin.

Her wiha 26 ji çekdarên hikûmeta Wîfaqê hatine kuştin.

Xalid Mehcûb got ku hêzên Artêşa Niştimaî di 24 saetên dawî de 22 çete û çekdar dîl girtine.

Fermandar Xalid Mehcûb teqez kir ku dewleta Tirk ji bo piştgiriya hikûmeta Wîfaqê zêdeyî 10 hezar çeteyên xwe şandine Lîbyayê.

Beriya niha Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihandibû ku di şerên dawî li Terablusa paytext, serçeteyê Koma Sultan Murad li Lîbyayê “Murad Ebû Hemûd El-Ezîzî” hatiye kuştin.

Back to top button