Cenazeyên bav û kur ên di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn, hatin veşartin

Cenazeyê bav û kurekî wî ku duh li Behdînan, di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, hatin veşartin. 

Piştî êrîşê bi 10 saetan, şêniyan nû karîn xwe bigihînin cenazeyan û di saetên şevê de li bajaroka Dêralokê ew spartin axê.

Duh derdora saet 10’ê sibehê, balafirên dagirkeriyê nêzî çiyayê Kurejehro yê girêdayî Şêladiza Dihokê bombebaran kir.

Di encama êrîşa dagirkeriya Tirk de, sivîlê bi navê Celal Nuredîn Mihyedîn û kurê wî Ehmed Celal şehîd bûn.

Tevgera Azadî: Bêdengiya li hemberî êrîşan, tê wateya hevkariyê

Tevgera Azadî bi daxuyaniyekê komkujiya dewleta Tirk şermezar kir, ku bêdengiya desthilatdariya herêmê, tê wateya hevkariyê.

“Divê hikûmeta Başûr û ya Iraqê, li dijî êrîşan bêdeng nemînin”

Her wiha parlamnetera Iraqê Elmas Fazil jî heman êrîş şermezar kir û bang li hikûmeta Başûr û Iraqê kir ku li dijî êrîşên rojane yên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Li gorî daneyên Wezareta Pêşmergeyan a Başûrê Kurdistanê, tenê di navbera salên 2017 û 2019’an de, 165 sivîl ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk ve hatine kuştin.

 

Back to top button