TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê kirinên çeteyên dewleta Tirk bi taybet ên li dijî jinên Efrînê şermezar kir û “NY” û hêzên navneteweyî berpirsên van sûcan dît. Ji bo avakirina komîteyên lêpirsînê li herêma Efrînê, TEV-DEM’ê bang li “NY” kir ku têkevin nava tevgerê.
Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM bi daxuyaniyekê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinên li Efrînê şermezar kir û ev kirin bi hewldana derbekirina vîna jinên Kurdî bi nav kir.
TEV-DEM’ê diyar kir ku dagirkeriya Tirk ji destpêka dagirkina Efrînê û heya roja îro li dijî sivîlan sûcên dijîmirovî û pîvanên exlaqî pêk tîne.
TEV-DEM‘ê dibêje:
Revandina jinan û wan tazî li navendên çeteyan komkirin, nirxên mirovahiyê binpê dikin û ji bo tevahiya jinên cîhanê heqaret e.
Li gorî TEV-DEM’ê, kirinên wisa, tên wateya nebûna nirxên mirovahiyê li cem wan, ku dewleta Tirk kirinên Osmaniyan tîne bîra mirov.
TEV-DEM: Civaka navneteweyî berpirsa sûcên çeteyên Tirkiyê ye
TEV-DEM’ê teqez kir ku civaka navneteweyî berrpirsa sûcên çeteyan e, “NY”, Rûsya û Koalisyona Navdewletî rola xwe li herêmê winda kirine.
Tevgera Civaka Demokratîk, bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan, der barê van sûcên derexlaqî de şermezar kir û ev bang kir:
“Em bang li raya giştî û dewletên pêwendîdar dikin ku helwestên xwe nîşan bidin û ji bo avakirina komîteyên lêpirsînê, li Efrînê têkevin nava tevgerê.”