Li parêzgeha Sîna ya Misirê, 5 leşkerên Misirî di operasyoneke artêşê de hatin kuştin.
Berdevkê Artêşa Misirê ragihand, di serdegirtinên li bakurê Sînayê de, 2 efser û 3 leşkerên wan hatin kuştin.
Artêşê ragihand ku hefteya borî, wan cihên kombûna çeteyan topbaran kirin û di encamê de 19 çete hatin kuştin.
Her wiha hêzên Artêşê, 2 erebe û baregeheke bombe û amûrên lojistîk kirin armanc.
Komên çete li çolistana Sînayê bi cih dibin û carcaran ji wê derê êrîşan pêk tînin.