Li 11 bajarên Amerîkayê qedexekirina derketinê hat ragihandin

Hêrsa kolanên Amerîkayê ya li dijî nejadperistiyê êdî ji bin kontrolê derdikeve. Piştî kuştina çermreşekî Amerîkî li ser destê 4 polîsan, xwepêşandanên mezin li welêt li dar dikevin. Weke rêkarên pêşîgirtinê jî, desthilatan qedexekirina derketina derve li 11 bajarên Amerîkayê ragihand. Trump jî ev xwepêşandan şermezar kir û banga lihevkirinê kir.

Hêrsa li dijî siyaseta hinek çerimspiyan di roja xwe ya 5 de dikele.

25’ê Gulanê, 4 polîsan welatiyê bi navê George Floyd ê 46 salî girtibû û bi çonga xwe pê li serî wî kiribûn, di encamê de Floyd jiyana xwe ji dest da.

Vê yekê hişt kolanên Amerîkayê biqîrin û li dijî kîn û nejadperistiya li ser çermreşan dengê xwe bilind bikin.

Piştî xwepêşandanên tund li gelek bajarên Amerîkayê, qedexekirina derketinê li ser 11 bajaran hat sepandin.

Ev yek, piştî pevçûnên polîs û xwepêşanderên Los Angeles û Chicagoyê hat.

Polîsên Los Angelesê jî fîşek li wan barand û gelek kes binçav kirin.

Li ser van xwepêşanadan, pasdarên Niştimanî bi daxuyaniyekê hêzên xwe li paytextê belav kir.

Trump: Bûyerên rû didin, bi destê diz û tevlihevan pêk tên

Serokê Amerîkayê Donald Trump, lidarxistina van xwepêşandanan bi zimanekî tûj şermezar kir û diyar kir ku bûyerên rû didin bi destê diz û tevlihevan tên kirin.

Trump banga lihevkirinê kir û got:

“Ne kîn, ne tevlihevî, lê belê edalet û lihevhatin.”

Herî dawî di xwepêşandanên li bajarê Detroit de, kesekî 19 salî hate kuştin.

Lê heta niha sedema kuştina vî kesî nehatiye zanîn.

Bi zêdebûna aloziyê re, Pentegonê ferman da leşkeran ku di nava 4 saetan de ji bo herin bajarê Minneoplis amade bin.

Ev ferman jî rasterast ji aliyê serokê Amerîkî Trump ve hat dayîn.

Back to top button