Ji ber zextên AKP Di mehekê de du girtiyan ji ber zextan jiyana xwe ji dest da

AKP’ê û binpêkirin, du gotin in û ji hev cuda nabin.. Rojane encamên van binpêkirinên wê, tevî ku bi her awayî vedişêre jî, derdikevin. Jixwe navenda van zextan jî girtîgeh in. Herî dawî APK’ê bi zext û binpêkirinên xwe dawî li jiyana girtiyekî din jî anî.. Vefa Kartal ku 26 girtî ye û gelek nexweşî pê re hebûn, di girtîgehê de hiştin û derman jî nekirin, jiyana xwe ji dest da.

Di demekê de ku dewleta Tirk tev veguheriye girtîgehekê, gelo rewşa girtîgehan bixwe wê çawa be?

Li Tirkiyê di her aliyî de zext zêde bûne..

AKP’ê jî mîna kesekî ku tiştek ji dest neyê, tenê li gel dizivire û her zextê li dijî wan pêk tîne.

Rewşa wan xerab e, lê AKP’ê çavê xwe li vê yekê girtiye û naxwaze bibîne..

Mayîna girtiyên nexweş di girtîgehan de, rewşa wan xerabtir dike, lê dîsa jî nayên berdan..

Bi hatina vîrûsa Corona re jî, metirsî li ser jiyana wan zêdetir bûye.

Hingê dewleta Tirk bi rêya qanûna Înfazê, hemû alîgirên xwe yên diz, kujer û mafya berdan, tenê girtiyên siyasî û yên Kurd bi taybet ji mirinê re hiştin.

Her çi qas AKP’ê di dema heyî de, ji raya giştî re xwe weke xelasker û parêzvan bide xuyakirin, lê di rastiyê de û li ser erdê tiştekî bi vî rengî tune ye..

Mînaka mezin a hovîtiya wan jî ew in, girtîgeh in..

Zextên niha li dijî girtiyan tên sepandin, asta hovîtî û faşîzma li gel wan, eşkere dike.

Tenê di mehekê de, 2 girtiyan ji ber zext û rewşa xerab, jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ji 25’ê Adarê ve gelek caran rakirin nexweşxanê û bêyî dermankirina wî temam bûbaya, cardin wî dişandin girtîgehê.

Roja hat berdan jî, jiyana xwe ji dest da.

Kaya, di telefona xwe ya dawî de gotibû:

“Êdî hêza min a li ber xwe bidim nemaye. Ez ê bimirim.”

Piştî Kaya, dîsa jî zext dewam kirin, girtiyên nexweş bernedan û rewşa mîna Kaya dubare bû.

Duh Girtiyê nexweş Vefa Kartal jî ku 26 sal in girtî ye, li girtîgeha Edîrnê jiyana xwe ji dest da.

Kartal bi gelek nexweşiyan re rû bi rû bû, lê girtî ma.

Di 18’ê Tebaxa 2017’an de, li girtîgeha tîpa F ya hejmara 1 a Îzmîrê, li dijî binpêkirina mafan, 114 rojan kete greva birçîbûnê.

Kartal careke din û bi mebesta dermankirinê, başkirina şertên girtîgehê û bi dawîkirina binpêkirinên maf û zextan, dest bi rojiya mirinê kiribû û di roja 96. de bi dawî kiribû.

Niha jî mîna Kaya û Kartal di girtîgehan de pir in, lê AKP’ê ji nedîtî ve tê.

Tevî hemû bangên sazî û rêxistinên mafê mirov û malbatên girtiyan jî, AKP’ê ne wan derman dike, ne jî berdide.

Ya rast ew e “bi zanebûn van girtiyan bernadin û ji mirinê re hiştine.”

Jixwe ne tenê zextên li ser girtiyan, AKP’ê kirinên li dijî Kurdan ji xwe re karekî rojane dîtiye.

Li derveyî girtîgehan jî, êrîşên li ser cenaze û goristanên HPG’ê, binçavkirin, girtin, operasyonên qirkirina siyasî û dagirkirina şaredariyên HDP’ê dewam in.

Back to top button