Li Lîbyayê Di 48 saetan de, 165 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Li Lîbyayê, di 48 saetên dawî de bêhtirî 165 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin. Artêşa Niştimanî her wiha çend êrîşên esîmanî birin ser deverên kombûna çeteyan, ên li nêzî bajarê Misratayê û gelek êrîşên wan jî şikandin. 

Ji fermandarên Artêşa Lîbî Xalid Mehcûb, ragihand ku di 48 saetên derbasbûyî de, 26 çeteyên Wîfafê û 140 çeteyên Sûrî hatine kuştin.

Mehcûb destnîşan kir jî ku 22 çete dîl hatine girtin û 8 erebeyên leşkerî û 2 panzer di pevçûnên li Terablusê de, hatine desteserkirin.

Ji aliyê xwe ve, Desteya ragihandina cengî ya Artêşa Niştimanî ragihand ku wan çend êrîşên esîmanî li dijî komên çeteyan li derdora devera Bûqerîn a li rojhilatê Misratayê pêk anîn.

Her wiha firokeyên şer ên Lîbî, baregehên çeteyan ên çek, cebilxane û maşîneyên leşkerî li Wadî Zemzem, Qedahiye, Mezari El-Nehir û Hîşe bombebaran kirin.

Di pêşketinên li Terablusa paytext de jî, duh êvarî topbaran di navbera herdu aliyên şerê Lîbî de li devera Ebû Selîm pêk hatin.

Di heman demê de, Artêşa Niştimanî li eniyên Eyn Zara, Kobrî El-Metar û El-Remle, êrîşên çeteyan şikandin.

Li gorî desteyê, pevçûn li eniya Kazîrma dewam dike û di encamê de ziyaneke mezin gihaştiye çeteyan û maşîneyên wan.

Artêşa Niştimanî duh her wiha droneke dewleta Tirk li nêzî bajarê Benî Welîd ê li rojavayî welêt anîbû xwarê û kuştina serçeteyê firqeya Sultan Murad a turkmenên Sûrî yê bi navê Murad El-Ezîzî, li başûrê Terablusê ragihandibû.

Hemwextî pêşketinên li ser erdê, dewleta Tirk binpêkirina biryarên navdewletî yên şandina çek û çeteyan dewam dike û heta niha bêhtirî 10 hezar û 600 çete şandine Lîbyayê, li gorî navenda çavdêriya Sûrî.

Back to top button