Li çolistana Homsê, çeteyên DAIŞ’ê li dijî hêzên hikumeta Şamê êrîşek pêk anî. Di encamê de kuştî û birîndarên hikumetê çêbûn.
Duh, çeteyên DAIŞ’ê bombeyek bi maşîneyek leşkerî ya hêzên Hikumeta Şamê, li Rojhilatê Homsê teqand.
Li gorî agahiyan, kuştî û birîndar di nava refên hikumetê de çêbûn.
Tevî vê yekê jî, çeteyan nêzî bajarê Sexna yê di navbera parêzgeha Homs û Dêra Zorê de bombeyek teqand.
Hat zanîn ku zêdetirî 9 birîndar û kuştiyên hikumeta Şamê çêbûn.