TAJÊ: Ev kirin dewamiya 3’ê Tebaxa 2014’an e

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî TAJÊ’ê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û bang kir her kesî li dijî dagirkeriya Tirk dengê xwe derxîne.

 

TAJÊ’ê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de weha hate gotin:

Çawa ku êrîş birin ser Şengalê, di heman demê jin kirin hedef, Îro jî heman tişt li Efrînê bi destê çeteyên Tirk di şexsê jinê de pêk-tînin.

Ev yek jî dewamiya 3’ê Tebaxa 2014’an.

Li ser vî esasî em bang li sazî û dezgehan dikin, bi taybetî ên girêdayê jinê li hember van êrîşên hovana rabin û bêdeng nemînin.

Her wiha bang li hemû jinên cîhanê dikin li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser jinê rabin û qebûl nakin.

Duh li ser Şengalê bû îro jî li Efrînê. Dewleta Tirk dixweza Kurdan tine bike.

Lê em ê jin hêza xwe û rêxistinên xwe xurtir û mezintir bikin.

Back to top button