HPG: Li çelê 4 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Çelê xwe berdan nava artêşa Tirk a dagirker û çalakiyek kirin. Di çalakiyê de yek jê fermandar 4 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin û çekek leşkeran jî ketin destê gerîlayan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û ev agahî parvekir.

Artêşa Tirk a dagirker di navbera 13 û 18’ê Gulanê de li herêma Çiyayê Gabarê yê Şirnexê dest bi operasyoneke berfireh ya dagirkeriyê kir.

Artêşa dagirker herêm bê serûber topbaran kir.

17 Gulanê di encma topbarana dagirkeriyê de, gerîlayek şehîd bû.

30’ê Gulanê gerîlayan li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên kirin.

Di vê çarçoveyê de;

Gerîlayên ku xwe berdan nava yekîneyên dagirkeriyê, ji devereke nêz ve li wan xistin.

Di vê çalakiyê de yek jê fermandarê komê bi giştî 4 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Her wiha gerîlayên ku ketin kozikên leşkeran, çekên wan jî bêkêrkirin.

Di heman demê de gerîlayan li Girê Koordîneyê çalakiyek pêk anîn.

Di vê çalakiyê de jimara leşkerên ku hatine kuştin û birîndar bûne nehate tespîtkirin.

Di heman rojê de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li Tepê Sor ê li herêma Avaşînê barandin.

HPG’ê dazanîn ku di vê êrîşê de tiştek bi hêzên gerîla ne hatiye.

Back to top button