“Hevalên me serbest berdin”

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Rihayê, Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mûşê û Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdinê bi çalakî û daxuyaniyên cûda girtina endamên Komeleya Jinan a Rosa şermezar kir û diyar kirin ku wek jin wê têkoşîna xwe bidomînin.

 

Piştî 9 endam û rêveberên Komeleya jinan a Rosa hatin girtin çalakî didomin.

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Rihayê, li dijî girtina endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosa li pêş avahiya HDP’ê kom bûn, çalakî li dar xistin.

Jinan di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu tevlî daxuyaniyê bû, serdegirtina polîsan a avahiya HDP’ê ya Êlihê jî şermezar kir û weha got:

Em carek din dubare dipirsin Gulistan Doku li ku ye? Pergala Hevserokatiyê xeta me ya Xemrî ye.

Em li vir bang dikin. Bi lez hevalên me serbest berdin. Dest ji perçekirina siyaseta demokratîk berdin. Dest ji êrîşa pergala hevserokatiyê û rêxistinên jinan berdin.

Emê wekî Meclîsa Jinan a HDP’ê têkoşîna xwe dewam bikin. Bila bi lez hevalên me yên hatin girtin bên berdan.

Meclisa Jinan: Bêdeng nemînin

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mûşê jî, girtina siyasetmedar, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêveberên Komeleya Rosa bi daxuyaniyekê şermezar kirin û gotin: “Li dijî polîtîkayên zayendperest a AKP’ê bêdeng namînin û dê têkoşîna xwe bidomînin.

Daxuyanî li avahiya HDP’ê ya Mûşê hat dayîn, parlamenter û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn.

Gulîstan Kiliç Koçyîgît daxuyanî da, bal kişand ser îqtîdara AKP’ê û got:

Ji roja destpêke heta îro îqtîdara AKP’ê polîtîkayên zext û zordariyê xistiye meriyetê.

Di vê pêvajoya niha de jî têkoşîna jinan a ji bo azadiyê dibe hedefa AKP’ê.

Em jî li dijî polîtîkayên bi vî rengî têdikoşin, tu carî bêdeng namînin û gav paşve navêjin.

Platforma jinan a Şahmaranê: Têkoşîna jinan dê bidome

Derbarê hema mijarê, Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdinê girtin û binçavkirinên pêk hatî bi daxuyaniyek şermezar kir û got:

Bi hevkariya îqtîdar û darazê sazî, partî û kesên muxalîf hedef tên nîşandan û ev tişt tê wateya binpêkitina qanûnan.

Em dibêjin têkoşîna jinan nayê darizandin û em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button