Ji Dokh’ê heta Tja’yê, Jin têkoşîna li dijî êrîşan didomînin

Jinên Kurd yên bi diruşma ‘heta jin azad nebe civaka azad’ nabe ji Tevgera Jinên Azad a Demokatîk heta KJA’yê, xebatên girîng pêk anîn, lewra piştî girtina KJA’yê bi TJA’yê dewam dikin. Heta niha jî jin tevî zext û êrîşên dewletê têkoşîna xwe didomînin.

Îlona 2003’yan, rêxistinbûna jinên Kurd li bakurê Kurdistanê hate astek nû û Tevgera Jinên Azad a Demokatîk hat avakirin.

20 saziyên jinan yên rêxistinkirî hatin gel hev û yekemîn konferansa Tevgera Jinên Azad a Demokatîk li Stenbolê li dar xistin û damezrandina xwe ragihand.

Tevgera jinan, hatina cem hev a jinan û pêşketina wê kir armanca xwe ya sereke û biryara avakirina meclisên jinan da.

Wê di heman demê de armanc kir ku destkeftiyên jinên kurd di cîhanê de bike mînak..

Têkoşîna jinê ya di siyasetê de rê li ber geşedanên girîng vekir.

Jin hem di civakê de, hem di siyasetê de, cih girtin û xebateke bêhempa dan meşandin.

Jinan bi tevlîbûna bi sedan jin ji 26 welatan, Yekemîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn li Amedê pêk anîn.

Tevgera Jinên Azad a Demokatîk di navbera 31’ê Çile û 1’ê Sibata 2015’an de bi diruşma ‘bi jinan dimeşe, azadiyê ber bi netewa demokatîk ve dibe’ bi tevlîbûna 501 deleqeyan, li Amedê kongreya xwe pêk anîn.

Tevgera jinan, bi modela rêxistinbûna nû biryar hat girtin ku bi ‘Kongreya Jinên Azad’ KJA rêya xwe bidomînin.

Mijdara 2016’an KJA bi riya KHK’ê hat girtin û li ser vê jinên Kurd 10 roj şûnde, Tevgera Jinên Azad TJA’ê avakirin û bersiv dan zext û êrîşan.

Jinên Kurd îro hîn di bin sîwana TJA’yê de têdikoşin.

Her çiqas êrîşên tunekirina hebûna jinan pêk tên jî lê têkoşîna jinan jî bêtir dibe, tevahî zextan pûç dike..

Back to top button