Li Homsê, çeteyan hêzên hikumeta Şamê kirin armanc

Bi zêdebûna êrîşên dewleta Tirk li Sûriyê û Iraqê re, liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê jî zêde dibe.

Li çolistana Homsê, çeteyên DAIŞ’ê li dijî hêzên Hikumeta Şamê êrîşek pêk anî û kuştî û birîndar çêbûn.

Li Iraqê jî di êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê ya li başûrê bajarê Samerayê de, polîsekî Iraqî hat kuştin û 5 jî birîndar bûn..

Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê hem li Iraq û hem jî li Sûriyê zêde bûye.

Bi zêde bûna êrîşên dewleta Tirk, li Sûriyê û Iraqê DAIŞ jî zindî dibe û êrîşên xwe zêde dike.

Çeteyên DAIŞ’ê bombeyek bi maşîneyek leşkerî ya hêzên Hikumeta Şamê ya li rojhilatê Homsê teqand.

Li gorî agahiyan di nava hêzên hikûmeta Şamê de, kuştî û birîndar çêbûn.

Her wiha çeteyan li nêzî bajarê Suxnî yê di navbera parêzgeha Homs û Dêra Zorê de bombeyek teqand.

Hat zanîn ku li vir jî zêdeyî 9 kuştî û birîndarên hêzên hikumeta Şamê çêbûn.

Li Samerayê , polîsek hat kuştin, 5 jî birîndar bûn

Polîsên parêzgeha Selahedînê ya Iraqê jî diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bargeheke polîsên Iraqî ya li navçeya Mu’tesem a bajarê Samerayê kir û di encamê de, polîsek hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Hîna jî devera Metîbîce a li ser sînorê parêzgeha Selahedîn, Kerkûk û Diyalayê, di bin desthilatiya çeteyên DAIŞ ê de ye.

8 çeteyên DAIŞ’ê li Mûsilê hatin giritn

Di heman demê de, Rêveberiya Istixbaratê ya parêzgeha Nînewayê ragihand ku, wan 8 çeteyên DAIŞ ê li bajarê Mûsilê girtine.

Li gorî rêveberiyê, 2 serçete di nav wan de ne.

Duh jî, di encama operasyonekê de, 17 çeteyên DAIŞ’ê li Mûsilê hatibûn girtin.

Back to top button