Li Başûrê Kurdistanê 606 kesa bi vîrûsê ketine

Belaya Vîrûsa Corona ku li Çînê derket û Cîhan tev de da ber xwe, hîna bandora xwe li hemû beşên jiyanê didomîne û qurbaniyên nû li bîlançoya xwe zêde dike.

Hem li welatên herêmê û hem jî li tevahiya Cîhanê, rewşên nû yên vîrûsê tên tomarkirin.

Li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê zêdeyî 5 hezar kes bi vîrûsê ketine.

 

Vîrûsa Corona li Başûrê Kurdistanê bi xurtî belav dibe û rojane rewşên nû tên tomarkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê derbarê daneyên herî dawî yên corona de, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta niya li Başûrê Kurdistanê bi giştî 606 kes bi vîrûsê ketine, 6 kesan jî jiyana xwe ji dest dane, 409 kes rihet bûne û 191 kes jî di bin çavdêriya bijîşkan de ne.

Li Tirkiyê bîlançoya pêketî û qurbanan bilind dibe

Her wiha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî jimara pêketiyên vîrûsê û kesên jiyana xwe ji dest didin rojane bilind dibe.

Li bajarokê Samosad ê parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê jî ji bo pêşîlêgirtina vîrûsê, gundek xistin bin çavdêriyê.

Li Êlihê di rojên dawî de hêjmara kesên bi vîrûsê dikevin zêde dibin.

Odeya Tabîban a Êlihê diyar kir ku di rojekê de 37 kes bi vîrûsê ketine û xwest tedbîran ji dest bernedin.

Li gorî daneyên herî dawî yên ku hikûmeta dewleta Tirk belav kirine, 983 kesên din jî bi şewbê ketine û 26 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 163 hezar û 103 û hejmara kesên heta niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 515.

Li Îranê vîrûsê dawî li jiyana 63 kesên din jî anî

Rejîma Îranê jî hîna nekariya vîrûsa corona kontrol bike.

Li gorî daneyên herî dawî, di nava 24 saetan de 63 kes bi vîrûsê mirin û 2 hezar û 516 kes jî pêketin.

Li gorî vê, hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihaşt 151 hezar û 466 kesan.

Jimara kesên mirine jî bû 7 hezar û 797 kes.

Li Urmiyê zêdeyî 5 hezar kes bi vîrûsê ketine

Li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber belavbûna vîrûsê rewş xirab e.

Tê gotin jimara kesên bi vîrûsê ketine, gihîştiye 5 hezar û 450 kesan.

Li bajarê Sine jî vîrûs pir belav bûye.

Jimara kesên jiyana xwe ji dest daye 370 hezar derbas kir

Vîrûsa corona her wiha li seranserê welatên cîhanê jî belav dibe.

Heta niha 371 hezar û 175 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha bi giştî zêdeyî 6 milyon û 172 hezar kes jî bi vîrûsê ketine.

Back to top button