688 Jin li girtîgehan rastî destavêtinê hatin

Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Li Dijî Êrîşên zayendî û destdirêjiyê ya Di bin Çavan de, ragihand ku ‘ li bakurê Kurdistanê 688 jin di girtîgehan de rastî destavêtinê hatine..
Buroyê da zanîn ku 684 zilamên dewletê li dijî jinan sûcên zayendî kirine.

 

Ne tenê li Efrînê, dewleta Tirk kirinên hovane li dijî jinan pêk tîne, li bakurê Kurdistanê jî zext, êrîş û destavêtina jinan pêk tê.

Navenda ku herî zêde AKP’ê van kirinan lê pêk tîne jî girtîgeh in.

Jinên di girtîgehên dewleta Tirk de ne, bi her cure êşkenceyên derexlaqî re dimînin, bi ser de jî rastî destavêtinê tên.

Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Li Dijî Êrîşên zayendî û destavêtinê ya Di bin Çavan de der barê navbera salên 1997 û 1’ê Nîsana 2020’an de rapora xwe ya li Tirkiyê aşkera kir.

Li gorê wê jî:

413 polîs, 129 leşker, 35 polîsên tevgera taybet, 22 cerdevan, 85 karmendên înfaza cezayê li dijî jinên girtî, sûcên êrîşa zayendî û destavêtin pêk anîne.

37 jin li derveyî welat

72 jin li girtîgehên Tirkiyê ne.

Li gor vê jî sucên ku pêk hatine wiha ne:

104 destavêtin, jê 4 jinan piştî destavêtinê xwe kuştine.

2 Jin bi êşkenceyê hatine kuştin.

Zarokeke 14 salî û jineke din rastî destavêtinê hatin û piştre ji aliyê malbata xwe ve hat kuştin.

Bi giştî

579 êrîşên zayendî pêk hatine.

Heta niha jî

684 xebatkarên dewletê gumanbar in..

Di raporê de hat diyarkirin ku bi giştî

712 zilamên ku bi dewletê re ne, li dijî jinan sûcên êrîşa zayendî û destavêtin pêk anîne.

Ji ber sedemên siyasî û şer, 551 jin di bin çavan de bi destavêtinê re rûbirû hatin.

168 kes ji ber sedemên şer, 348 jî ji ber sedemên siyasî û polîtîk.

24 Ji ber sedemên edlî yên rastî destavêtinê hatin 113 jî bi êrîşa zayendî re rûbirû hatine.

Back to top button