Piştî biryara Serokê Emerîka ya derxistina hêzên xwe ji Sûrî, îro li Fransayê hevdîtineke girîg pêk tê..
Serokê vî welatê Emanuel Macron wê Hevserokê MSD Riyad Derar û Seroka Desteya Rêveber Îlham Ehmed li Qesra Elyesse pêşwazî bike..
Li aliyê din nûnerê Fransa ê li Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku tevî biryara Trump jî, ew ê hêzên xwe li Sûrî bihêlin û destekê bidin QSD’ê.
Qesra serok-komariyê ya Fransayê raginad ku ew ê Hevserokê MSD Riyad Derar û Seroka Desteya Rêveber Îlham Ehmed pêşwazî bikin..
Nûnerê PYD’ê li Fransa Xalîd Îsa ê ji ajansa AFP’ê re axivî û ev hevdîtin piştrast kir..
Tê payîn ku mijara sereke a hevdîtina aliyan, encama biraya serokê Emerîka Trump û hewldana dagirkirinê ya dewleta Tirk be..
Beriya niha Sibata 2015’an Serokkomarê Demê Franswa Holland Hevserok PYD’ê Asya Abdullah û ji Fermandarên YPJ’ê Nesrîn Abdullah li Qesra Elysse pêşwazî kiribû..
Dewleta Fransa a yek ji endamên Koalîsyona Navdewletî ye, piştî gefên dewleta Tirk ên li dijî bajarê Minbicê, hebûna hêzên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde kirin.
FRANSA: EM BIRYARÊ NAPEJIRÎNIN Û WÊ HÊZÊN ME DEDESTEKA XWE JI BO QSD’Ê DEWAM BIKIN
Li aliyê din, di civîna doh a Konseya Ewlekariyê de, nûnerê Fransa dûbara dijberiya xwe a li hemberî biryara serokê Emerîka Donlad Trump ragihand..
Nûnerê damî Franswa Du-latir di civînê de teqez kir ku ew hê jî DAIŞ’ê wek metirsî û gefa mezin li herêmê dibînin û wiha got:
Ji bû rê li ber trajediyeke mezin a mirovahî neyê vekirin, di serî de QSD’ê, em parastina hemû hevkarên xwe misoger bikin. Pêwîste hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûrî werin parastin.