Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê pev ketin

Li Idlibê şer gur dibe, tevî agirbesta Putin-Erdogan jî rojane li ser erdê şer û pevçûn derdikevin û dîsa Cebel El-Zawiyê hat topbarankirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, careke din hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li Cebel El-Zawiyê şerê hev kirin.

Li gorî çavdêriyê, hêzên hikumetê hewl dan bi pêş de biçin û li ser vê yekê jî şer derket.

Lê der barê encamên vê êrîşê de, ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li gel binpêkirina vê agirbestê, dagirkeriya Tirk maşîneyên leşkerî û şandina hêzên xwe ber bi Idlibê ve, hîna didomîne.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, dewleta Tirk 35 maşîneyên din, di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.

Bi vê re jî, jimara maşîneyên ku ji destpêka ragihandina agirbestê ve derbasî Idlibê bûne, gihatş 3 hezar û 760 maşîneyî û 10 hezar leşkerî.

Back to top button