Ramî Ebdul Rehman: Siyaseta çeteyên Erdogan ne kêmî ya DAIŞ’ê

Rastiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bi rêbazê DAIŞê xwe dide der.. Jixwe dîmenên vê dawiyê ji aliyê Çavdêriya Sûrî hatibûn parvekirin, vê rastiyê bi zelalî nîşan dide. Birêveberê Çavdêriyê Ramî Ebdul Rehman duh ji televîzyona me re ragihand ku “74 jin di girtîgehên çeteyên El Hemzat de ne û divê dewleta Tirk berpisyatiyê rake”.

Siyaseta ku çeteyên Erdogan li ser jinên Efrînî û Sûrî dimeşînin, ne kêmî ya DAIŞê ye..

Duh, birêveberê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdul Rehman ev yek ji televîzyona me re ragihand û teqez kir ku dewleta Tirk di bin navê Îslamê de tiştên herî xerab dike.

Der barê bûyera herî dawî ya bi êş ku rastiya çeteyên dewleta Tirk eşkere dike, Ebdul Rehman dibêje:

Ji roja Efrîn hatiye dagirkirin, dewleta Tirk û çeteyên wê xelkên Kurd dikujin û wan didin koçkirin.

Ne tenê çeteyên Hemzat binpêkirinan der heqê şêniyên Efrînê de dikin, belê hemû çeteyên dewleta Tirk heman rêbazî dimeşînin, mîna Ehrar el-Şerqiye, Ceyş el-Şerqiye, Sultan Murda û gelekên din.

Ramî Ebdul Rehman teqez kir “siyaseta ku çeteyên Erdogan li ser jinên Sûriyê dimeşînin, ne kêmî ya DAIŞê ye, ne tenê di girtîgehan de, belî her jinê biçûk dixin û wê weke amûrekî bi kar tînin”.

Ramî Ebdul Rehman: 74 jin di girtîgehên hemzat de ne

Birêveberê Çavdêriya Sûrî got:

Li gorî belgeyên di dest me de, 74 jin di girtîgehên Hemzat de hene, dihat payîn ku ev jin di girtîgehên Tirkiyê de bûn.

Li ser vê jî, divê desthilatên Tirkî werin hetikandin da van jinan serbest berdin..

Divê dewleta Tirk li vê rastiyê mukur were û berpirsyatiya van binpêkirinan rake.

Em rastiyê dibêjin û em ê heya dawiyê binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk li Efrîn û her devera Sûriyê bişopînin.

Berê em dibêjin û her tim em ê bibêjin, Efrîn Kurdî ye, ne çiyayekî Tirkan ne jî devera Erdogan e.

Der barê pirsa “gelo ev rastiya dewleta Tirk ji aliyên navdewletî re tê belgekirin û ma civaka navdewletî dikare van komên çete bixe lîsteya terorê? Bersiva birêveberê Çavdêriya Sûrî Ramî Ebdul Rehman bi vî awayî bû..

Em belgeyan radikin aliyên peywendîdar, lê heya niha der barê Efrînê bi taybet de, ti deng ji wan nayê, ew jî ji tirsa ku dewleta Tirk nema bihêle ev alî li ser erda wê kar bikin.

Li dijî heman kirinên qirêj û hovane yên çeteyên dewleta Tirk, duh 11 Rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûrî, Rêveberiya Xweser a Efrînê û Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM bertekên tûj nîşan dan û bang li raya giştî kir ku sûcên dewleta Tirk weke sûcên şer bibînin û komîteyên lêpirsînê li Efrînê bidin destpêkirin.

Back to top button