Xwepêşander gihaştin Koşka Spî û banga xistina Trump kir

Ji ber kuştina welatiyê Amerîkî George Floyd ku bi eslê xwe ji Afrîka ye, xwepêşandanên tund li gelek parêzgehên welêt tên lidarxistin. Duh jî xwepêşandan gihaştin Koşka Spî û xwepêşanderan banga xistina Trump ji serokatiya welêt kir. 

Tevî bajarê Minneapolis ku Floyd lê hate kuştin, xwepêşandan li bajarên mezin ên Amerîkayê weke New York, Los Angeles, Miami, Seattle, Philadelphia û heya bi Waşingtona paytext, belav bûn.

Xwepêşander ber bi Koşka Spî ve herikîn û banga xistina Trump ji serokatiyê kir.

Rojnameya The Waşington Post eşkere kir ku karmendên xizmeta nepen ên Koşka Spî, serokê Amerîkî Donald Trump veguhastin veşartgehekê ku berê di êrîşên terorîstî de dihate bikaranîn.

Li New Yorkê jî li dijî nijadperestî û bikaranîna tundiyê ji aliyê polîsan ve, bi sedan kes daketin kolanên sereke yên devera Manhattan.

Di heman demê de, li bajarê Philadelphia, polîsan li dijî xwepêşanderan bombeyên gaza rondikrij û fîşekên lastîkî bi kar anîn û hin xwepêşander jî girtin.

Heta niha li 12 parêzgehên Amerîkayê, hêzên parastina niştimanî ji bo kontrolkirina rewşa xwepêşanadan hatine bikaranîn.

Ji ber xwepêşandanan û bi belavbûna vîrûsa corona re, li bêhtirî 20 bajaran qedexekirina derketinê hatiye ragihandin.

Rêveberiya Trump plan dike ku tevgera li dijî faşîzmê, ku endamin wê beşdarî xwepêşandanan dibin, bixe lîsteya terorê.

Trump: Li dijî tevlihevkeran, hêzê bi kr bînin

Trump şeva borî bi rêya Tiwîtterê ragihand, ji bo kesên ku xêsa dewletê derbas dikin, hêza leşkerî û binçavkirin pêwîst e.

Serokê Amerîkî destnîşan kir ku li Philadelphia mol û dikan tên dizîn û divê hêzên parastina niştimanî destwerdanê bikin.

4 kes hatin kuştin û 1400 hatin binçavkirin

Li gorî dezgehên ragihandinê, di xwepêşandanên duh de, 3 xwepêşander li Indianapolis û 1 jî li Chicagoyê hatin kuştin û bi dehan polîs di pevçûnan de birîndar bûn.

Her wiha hezar û 400 xwepêşaner hatin binçavkirin.

Ji ber raporên bikaranîna tundiyê ji aliyê polîsan ve, rêxistina Efûya Navdewletî bang li desthilatdarên Amerîkî kir ku tundiyê li dijî xwepêşanderan bi kar neynin.

Li gorî Efûya Navdewletî, polîsên Amerîkî pabendî rêgezên xwe nebûne.

Back to top button