4 Sal di ser destpêkirina pêngava rizgarkirina Minbicê re derbas bûn

Beriya 4 salan.. Ji 1ê Hezîrana 2016an ve heta 75 rojan, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, bajêr ji çeteyên DAIŞê rizgar kir. Rizgarkirina bajarê Minbicê, derbeyeke giran a li dijî DAIŞ û piştevanên wê bû. Piştî 2 dagirkirina çeteyên DAIŞê bi 2 salan, careke din jiyan li bajarê Minbic û şêniyên wê hat vegerandin. 

Piştî dagirkeriya DAIŞê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê di 1ê Hezîrana 2016an de pêngava rizgarkirina bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ’ê dest pê kir.

Di ser wê gavê re, 4 sal derbas bûn.

Rizgarkirina bajarê Minbicê derbeyeke giran a li dijî çeteyên DAIŞ û piştevanên wan bû.

Her wekî gaveke girîng ji bo destpêka bidawîkirina hebûna çeteyan li ser erdên Sûriyê bû.

Pêngavê, ji bendava Tişrînê ya li rojhilatê bajarê Minbicê dest pê kir ku ew bixwe eniya sereke bû.

Her wiha eniyeke din ji pira Qere Qozaq, ber bi navçeya El-Heyê li rojhilatê Minbicê ve dest pê kir.

Piştî 14 rojan, şervanan çeteyên DAIŞê dorpêç kirin, her du eniyên pêngavê gihandin hev û piştre şerê rizgarkirina taxên bajêr dest pê kir.

Yek ji gavên sereke yên pêngava rizgarkirinê, derxistina sivîlan ji cihên şer bû.

Pêşketina Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku beriya du mehan ji aliyê ciwanên Minbicê ve hatibû avakirin, heta taxa El-Serib dewam kir.

Piştî 75 roj di ser destpêkirina pêngavê re derbas bûn, di 12ê Tebaxa 2016an de bajarê Minbicê ji çeteyan hat rizgarkirin.

Di pêngavê de, gelek şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê xwe feda kirin.

Yek ji wan fermandarê Meclisa Leşkerî “Ebû Leyla” bû.

Ebû Leyla di roja sêyemîn a pêngavê de li gundê El-Xefiyê birîndar bû û di roja pêncemîn ango (5ê Hezîranê) de şehîd bû.

Back to top button