Şênî ji tirsa çeteyên dewleta Tirk newêrin rêya M4 bi kar bînin

Piştî lihevkirinek siyasî û aborî di navbera Rûsya û Tirkiyê de hat çêkirin, riya M4 bi serperstiya herdû Dewletan hat vekrin. Lê tevî vê hevpeymanê şênî ji ber hedefgiritina artêşa Tirk a dagirker bi tirs di rê de derbas dibin. 

Piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser bajarên Serê Kanî û Girê Spî, beşekî rêya M4 ji aliyê wan ve hat dagirkirin.

23yê Gulanê, Rûsiya ûTirkiyê gihaştin lihevkirineke siyasî û aborî û di encamê de rêya M4 ji bo tevgera sivîlan hate vekirin.

Lê tevî ev çend roj in rêya M4 hatiye vekirin, şênî hîn jî ji ber hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker bi tirs in û newêrin di rê re derbas bibin.

Li ser vê rêyê, beriya heft mehan, bûyereke herî qirêj û hovane pêk hat..

11ê Cotmeha 2019an, sekretera giştî ya Partiya Sûriye Pêşerojê Hevrîn Xelef li ser rêya M4 bi destê artêşa Tirk a dagirker şehîd bû.

Şêniyê bi navê Idrîs Namo wiha dibêje;

Divê Rûsya bêhitr baldar be û bi QSDê re koordîne bike da sivîlan biparêzin.

Back to top button