Şêxo: Pêngavê, bajar ji dagirkerî û cehaletê xelas kir

Bi vê boneyê jî, hevserokê Meclisa Rêvber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Xeyr Şêxo û fermandarên Meclisa Leşkerî Mehmûd Ibrahîm Ebû Mecid nirxandin kirin û anîn ziman” pêngava rizgarkirina Minbicê, bajar ji xeteriya dagirkeriyê xelas kir û careke din ronahî li bajêr vegerand.” 

Îro 4emîn salvegera destpêkirina pêngava rizgarkirina bajarê Minbic û gundewarên wê ji çeteyên DAIŞê ye.

Li ser vê yekê, hevserokê Meclisa Rêvber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarên wê Mihemed Xeyr Şêxo anî ziman ku “biryara rizgarkirina Minbic û herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞê de, biryareke rast û di cih de bû û di pêkanîna serkeftinê de, xwedî roleke mezin bû.”

Li gorî Xeyr Şêxo, pêngava rizgarkirinê, ji bo rizgarkirina şêniyên bajêr ji paşketin û cehaletê ku xebatên qadên perwerde, tenduristî û xizmetguzariyê rawestandinbû, hat destpêkirin.

Hevserokê meclisê Mihemed Şêxo got:

“Piştî wê, jiyan ji nû ve li bajêr vegeriya. Xebatên perwerdeyê, dibistan ji nû ve hatin avakirin û xebatên xizmetguzariyê pêş ketin. Şênî ji tarîtî û zordariya çeteyên DAIŞê xelas bûn.”

“Tolrakirina şehîd ُEbû Leyla, israra şervanan zêdetir kir”

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mehmûd Ibrahîm Ebû Mecid ku ew jî beşdarî pêngavê bûbû, wiha dibêje:

“Şehadeta Ebû Leyla, îsrara şervanan a dewamkirina pêngavê û rizgarkirina gelê xwe ji çeteyan zêdetir kir.”

Fermandar Mehmûd anî ziman ku “pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞê gelekî girîng bû, ji ber ku beriya rizgarkirinê, Minbic bi rêya Tirkiyê, bûbû navenda pêşwazîkirina çeteyan.

Back to top button