”Bêdengiya navnetewî ya li hember binpêkirinên Tirikiyê bi xwe sûcek e”

Rêxistinên jinan bêdengiya navnetewî ya li hember sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi taybet li dijî jinan li herêmên dagirkirî şermezar kirin. 

Di demên dawî de, çeteyên Xûta û yên koma Hemzat li Efrînê bi hev ketin, di encamê de bûyerên di girtîgehên dagirkeriya Tirk de rû didin, hatin eşkerekirin.

Bi dehan jinên ku piraniya wan ji Efrînê ne, di wan girtîgehan de girtî bûn.

Çeteyên dagirkeriya Tirk, binpêkirinên li dijî mafên mirovan li ser wan jinan pêk anîbûn û ji aliyên derûnî û bedenî ve êşkence kiribûn.

Têkildarî mijarê endamên rêxistinên jinan nerazîbûnên xwe ji van sûcan anîn ziman.

Berdevka Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûrî Evîn Siwêd sûcên artêşa Tirk a dagirker û komên alîgirên wê şermezar kirin û got:

Artêş dagirker ji roja destpêkê ya dagirkirina Efrînê û heta îro, malperên tevna civakî û çavkaniyên taybet, sûcên li dijî jinan eşkere dikin.

Li Serê Kanî û Girê Spî çeteyan bikaranîna telefonên berîkan qedexe kirin, da ku kirinên wan neyên belgekirin û ji raya giştî re neyên eşkerekirin.

Ev bêdengî îsbata dike ku civaka navnetewî ji destpêkê ve bi Tirkiyê re hevkar e.

”Binpêkirinên li dijî Jinan li Efrînê sûceke dermirovî ye”

Koordînatora Giştî ya Meclisa Jin a Sûriyê Lîna Berakat jî dibêje:

Em bêdengiya navnetewî li hemberî wan dîmenên hov, şermezar dikin.

Divê komîteyek navdewletî were avakirin, da ku rastiyan lêkolîn bike û binpêkirinan belge bike.

Lîna bang li tevahiya jinan kir ku careke din doza jinê di ber çavan re derbas bikin û li kêlek hev bisekinin.

Back to top button