Bi dîmen..Li Dêra Zorê kesek bi sivikî birîndar bû

Îro li taxa Şefi’a ya Dêra Zorê mayînek bi erebeyekê ve teqiya, di encamê de kesek birîndar bû. 

Li gorî agahiyên ji herêmê, kesê ku birîndar bûye jî, ajokarê heman erebeyê bû.

Hat diyarkirin ku birînên ajokar anku kesê birîndar sivik in.

Ev dîmenên ku li ser ekranê derdikevin jî, kêliyên pêşîn ên piştî teqînê ne.

Back to top button