BIRYARA TRUMP Û GEFÊN ERDOGN ÊN DAGIRKERIYÊ JI HEV NE QUT IN

Serokê Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk a PYD’ê, Salih Muslim bi van gotinan, biryara Turmp a derxistinên eskerên xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûrî nirxand:

Ne me bang li wan kir û ne jî em ji wan re bêjin biçin. Ji xwe ji bo parastina me nehatibûn.

Serokê Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk a PYD’ê Salih Muslim biryara Donlad Trump a vekişîna ji Sûrî, ji ajansa ANF’ê re nirxand.

Muslim diyar kir ku mercên Emerîka beriya niha ji bo vekişînê destnîşan kiribûn hîn bi cih nehatine û wiha got:

Ev biryar ji nişkê ve hatiye dayin. Emerîka her tim sedema hebûna xwe bi van mijaran girêdida. Bidawîbûna DAÎŞ’ê, vekişîna Îranê ji Sûrî û pêkanîna aramiyê. Lê heta niha yek ji van jî pêk nehatiye.

Salih Muslim bi bîr xist ku Koalîsyona Navdewletî li ser banga wan nehatiye herêmê û wiha dewam kir:

Em ê ji wan re nebêjin biçin. Ji xwe ew ji bo parastina me nehatibûn. Em tenê xwe dispêrin hêza xwe. Me ti carî mafê xweparastina rewa lewaz nekiriyê. Man an jî neman, ew biryara wan e.

Muslim ragihand ku hewldana amadekariyê ya dewleta Tirk û biryara Trump ji hev ne qut in û wiha got:

Vê gavê ne zelal e bê li pişt perdeyê li ser çi li hev kirine. Lê tişta eşkere ev e; gefên Erdogan ên êrişê yekser bi vê biryarê re girêdayîn e.

Salih Muslim hişyar kir ku gefên Erdogan ên dagirkeriyê cidî ne û wiha got:

Radibe û rûdinê dibêje wê êrîş bike. Dikare êrîş bike. Em li ber kesî nagerin û nabêjin, êrîş neke, ya jî ji kesî re nabêjin ‘me biparêzin’. Em jî hene, em ê xwe biparêzin. Em bi gelê xwe û sîstema xwe ya parastinê piştrast in. Her kes wê bi erka xwe rabe. Divê baş were zanîn ku êrişa dewleta Tirk wê zerareke mezin bide aştiya cîhanê.

Leave a Reply

Back to top button