Tomarkirina rewşên nû li Başûrê Kurdistanê dewam dike

Li Başûrê Kurdistanê bi zêdebûna rewşên nû re, qedexeya derketinê ji bo 6 rojan hat raghandin.

Bi tomarkirina rewşên nû re metirsiya belavbûna vîrûsa corona li Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Li bajarên Başûrê Kurdistanê rojane rewşên nû tên tomarkirin.

Qaymeqamê qezaya Pêncwênê li parêzgeha Silêmaniyê ragihand, piştî ku 51 kes bi vîrûsê ketin, wan taxek xistin bin çavdêriyê.

Li Başûêr Kurdistanê qedexeya ji bo 6 rojan hat raghandin

Ji ber metirsiya belavbûna vîrûsê, Wezareta Hindir ya herêma Başûrê Kurdistanê, bi daxuyaniyeke nivîskî, li seranserê Herêmê qedexeya derketina derve ragihand.

Li gorî daxuyaniya wezaretê qedexe îro destpê dike û wê heta 6’ê Hezîrana 2020’an dewam bike.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku kesên qedexeyê binpê bike wê werin cezakirin.

Wezaretê ragihand ku ji bilî dewama wezîr û ofîsên wan, dewama hemû saziyan jî hatiye rawestandin.

Herwiha hate gotin ku hemû cihên ji bo xizmetê hatîn vekirin jî wê werin girtin.

Back to top button