Hêzên hikûmeta Şamê Cebel El-Zawiye topbaran kir

Duh hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li gelek deverên Idlib û Helebê êrîşî hev kirin.

Vê sibehê jî, ji bo qaşo agirbestê bişopînin, 14 caran dewriyeya Rûsî-Tirkî li ser rêya M4 a Heleb-Lazqiyê derketin.

Tevî agirbesta li Idlibê, şerê li ser erdê li dar e.

Rojane jî ev agirbesta Putin-Erdogan ku qaşo di roja xwe ya 89’an de ye, tê binpêkirin.

Şevê din careke din, Hêzên Hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li devera Cebel El-Zawiyê û Sehil El-Xab pev ketin.

Herdu aliyan, bi mûşek û obusan ev der topbaran kirin.

Çeteyên dagirkeriya Tirk jî, bi mûşekan êrîş birin ser hêzên hikumetê yên li gundê Ruyêha yê li rojavayê Meret Numan.

Çeteyan li bajarokê Kefer Nûran yê rojavayê Helebê jî, hêzên hikumetê kirin armanc.

Li ser van êrîşan, Hêzên Hikumeta Şamê gundên Filêfil, Fitêra û Qahira yên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li gorî agahiyan, balafirine ku tê texmînkirin ên Rûsyayê ne, gundên Hintotîn û Dêr Sinbil bombebaran kirin.

Qaşo ji bo çavdêriya agirbestê, îro cara 14. dewriyên Rûsî-Tirkî li ser rêya M4 a Heleb-Lazqiyê ya navnetewî derketin.

Li aliyê din jî, şandina hêza leşkerî û pêdiviyên lojistîk, ber bi vê herêmê ve didomin.

Back to top button
Close
Close