WEZÎRÊ PENTAGONÊ ÎSTÎFA KIR

Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Jims Mattîs ku di gelek mijaran de mîna serok-dewlet Trump nafikire, dest ji karê xwe berdide..

Li gorî daxuyaniya Pentagonê, Mattîs dawiya meha Sibata 2019’an wê karê xwe berde.

Têkildarî mijarê, nameya ku Jîms Mattîs ji Serokê Emerîkayê Donald Trûmp re şandî, ji aliyê Pentagonê ve hate weşandin.

Mattîs di nameya xwe de wiha dibêje;

Mafê we ye hûn xwedî Wezîrekî Parastinê bin ku nêrînên wî û di hin mijarên din de hîn bêhtir nêzî nêrînên we be. Ji ber vê yekê, bi dîtina min a herî rast ji bo min; vekişîne.

Balkêşe îstîfaya Mattîs piştî biryara Trump a derxistina hêzên xwe ji Sûrî hat dayîn..

Lewma Pentagon eşkere li hemberî vê biryarê derketibû..

Mattîs sala 2016’an ji bo Pentagonê hatibû wezîfedarkirin.

Ji sala 1991’ê ve, di asta fermandariyê de li nava artêşa Emerîkayê cihê xwe girt..

Wî her tim Îran weke metirsiya herî mayinde ya li Rojhilata Navîn bi nav dikir.

Leave a Reply

Back to top button